Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor: Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan

Bertek û nerazîbûyên li dijî revandina Edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed zêde dibin.
Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor-RSF’ê; Rojnamevênên Hewlêrê, bi peyamekê ji PDK’ê xwest rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed were berdan û diyarkirin ku girtina Ehmed siyasî ye.

Ev 11 roje agahî edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin nayê girtin..

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bi peyamekê li ser X’ê belavkirîn nîgeraniya xwe li ser girtina rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê nîşan dan.

Di peyama hatî belavkirin de wiha hate ragihandin:

“Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê-PDK’ê ve li ser sînorê Sûriyeyê hate girtin û hêzên emnî yên Kurdistanê divê demildest Rojnamevan Silêman Ehmed berdin.”

Rojnamevanê Hewlêrê: Tometên li ser Silêman Ehmed ji rastiyê durin

Rojnamevanên Hewlêrê Îbrahîm Ebas jî di derbarê revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed de destnîşankirin ku azadiya karê rojnamevaniyê li başûrê Kurdistanê dibin metirsiyê deye û ev nirxandin kir:

“Azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê dibin metirsiyê deye.

Tometên li ser Silêman Ehmed hatîn ferzkirin ji rastiyê dûrin.

Silêman Ehmed ku bê suc hatiye girtin.”

Rojnamevan Ferman Reşad jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got:

“Revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed binpêkirina qanûnan e.

Desthilata başûr rojnamevanên ne girêdayî wî bi tiştên ne rast sûcdar dike

Divê dezgehên emnî li gorî yasayên rojnamevaniyê nêzîkî Silêman Ehmed bibin.”

“Ji ber ku rojnamevan gendeliya PDK’ê eşkere dikin tên girtin”

Mamostayên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê jî girtina Silêman Ehmed Şermezar kirin.

Mamostayê bi navê Merîwan Hesen da zanîn ku ev kiryar ji bo sînordarkirina karê rojnamevaniyê pêktê ya li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed tê kirin, binpêkirina mafê mirov, azadiya fikir û ramane.

Mamostayê bi navê Nehro Fetah jî diyarkir ku girtina Silêman Ehmed siyasî ye, ji ber ku ev desthilat ji pênûsa rojnamevanên azadîxwaz ku gendeliyê eşkere dikin, ditirse.

Rojnews: PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê me berpirsyare

Ajansa Rojnews’ê jî da zanîn ku tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin.

Ajansa Rojnewsê got: “Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Back to top button