10 Rojin ji rojnamevan Silêman Ehmed agahî nayên girtin

10 Rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û çarnûsa wî ne diyare.
Bertekên li dijî revandina Silêman Ehmed jî zêde dibin.
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê PDK şermezarkirin û xwestin tavilê Silêman Ehmed bê berdan.

10 roj in edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Tevî hemû nerazîbûn û bangan jî PDK ew bernedaye.

Bertekên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin û bang li PDK’ê tê kirin tavilê wî berde.

Rojnamevanên Mexmûrê revandina Silêman Ehmed şermezarkirin

Rojnamevanên Wargeha Mexmûrê jî bi daxuyaniyekî revandina Silêman Ehmed, bi tundî şermezarkirin.

Di daxwuyaniyê de hate gotin:

“Em wek endamên çapemeniya azad bang dikin ku hikûmeta Iraqê bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û kesên qanûnan binpê dikin darizîne. Bêyî ku hêcetên bêbingeh werin nîşanda, demildest rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.

Karwan Enwer: Revandina Silêman ne yasayiye

Back to top button