Karwan Enwer: Revandina Silêman ne yasayiye

Ji bo berdana rojnemevan Silêman Ehmed deng bilin dibin.
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer derbarê vê yekê axivî.
Karwan Enwer eşekre kir ku Revandina Silêman Ehmed ne yasayiye, divê zû were berdan.
Parêzerên Hewlêrê jî dibêjin , revandina Silêman binpêkirina yasayê ye.

Beriya 10 rojan edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.

Heta niha jî li gel wan girtiye û agahî jê nayê girtin.

Piştî çend rojan ji revandina Silêman, Asayîşa Duhokê ya PDK’ê mikur hat ku wan Silêman girtî ye.

Asayîşa PDK’ê gelek tawan li ser Silêman bar kirine û ew wekî kesekî ne rojnamevan pênase kiriye.

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer derbarê vê yekê nirxandin kir.

Karwan Enwer diyar kir ku ragihandin eynika civakê ye û erkê wê derxistina rastiyane û got:

“Ger kesek hat binçavkirin divê biryara dadwer a li ser binçavkirinê hebe.

Revandina rojnamevan Silêman Ehmed dervey hemû yasayên ku di destur û mafên mirovan de heye.

Ev binpêkirineke, divê parêzerek jêre were girtin û di zûtirîn dem de were berdan.”

“Revandina Silêman binpêkirina yasayê ye”

Parêzerên Hewlêrê jî bi heman armancê axivîn û diyar kirin ku revandina Silêman Ehmed binpêkirina yasayê ye.

Parêzer Karzan Reşîd diyarkir ku desthilat bi awayek plankirî kar ji bo girtina rojnamevanan dike û got:

“Desthilat dixwaze tometan bixe li ser rojnamevanan û dosya wan bi karên siyasî ve girê bide.”

Parêzer Umêd Palanî ji li ser mijarê da zanîn ku revandina Silêman bi hemû aliyên xwe ve karek ne yasayiye.

Umêd Palanî destnîşankir ku li gor yasayê nabe bi ti rengekî rojnamevan wisan werin binçavkirin.

Lê desthilat bêy biryara dadgehê rojnamevanan binçav dike. Palanî got, ev yek tengkirina azadiya fikir û ramanê ye.

Back to top button