Li Sûriye û Iraqê êrişên ser baragehên Amerîka

Rêveberên Şîe dixwazin hêzên Amerîka yên li Iraqê ji welat derketin.
Hemwextî van daxwazan, êrişên li ser baragehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Ryder diyarkir ku hêzên wan li ser daxwaza Hikumeta Iraqê, li wî welatî ne û got; “Ti êrişên li ser hêzên me, wê bê bersiv nemînin.”

Di heftiya borî de destpêkê serokê Tevgera Sedir, gelek rayedarên din yên Şîe yên Iraqê bang kirin ku hêzên Amerîka ji Iraqê derbikevin.

Ji wê demê heya niha jî bêtirî 20 caran êrişî baregehên Amerîka yên li nav xaka Sûriye, Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

Herî dawî doh derengiya şevê li dijî baregehên Amerîka yên li Herêma Başûrê Kurdistan û Sûriyê bi balafirên bê mirov û mûşekan êriş pêkhatin.

Derbarê ziyanan de heya niha ti agahî nehatine parvekirin.

Pentagonê bersiva rêveberên şîe yên iraqê da

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA Pat Ryder di daxuyaniyek çapemeniyê de balkêşa ser gef, êriş û bangên rayedarên Iraqê ên ji bo derketina hêzên Emerîka ji Iraqê.

Pentagon: Ti êrişek wê bê bersiv nemîne

Pat Ryder got; “Em bangên ji bo derxistina hêzên me ji Iraqê dibihîsin, mayîna hêzên me yên li herêmê li ser daxwaza Hikumeta Iraqê ye.

Ev jî bi armanca alîkariya hêzên Iraqê ye.”

Ryder li ser êrişên dema dawî de li ser hêzên wan tên kirin jî got;

“Êriş wê bê bersiv nemînin û emê hêzên xwe bi parêzin.

Di 26’ê Cotmehê (2023) de 26 êriş li ser hêzên me hatin kirin.

Ji vane 3 êriş li Iraq û 5 êrişên din jî li Sûriyê çêbûne.

Hêzên me ji bo berjewendiyên hemûyan û rêgiriya serhildana komên çekdar herêmêne.”

Piştî dijwarbûna şerê li Xezayê, li Sûriye û Iraqê êrişên li ser baragehên Amerîka zêde bûn.

Back to top button