Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag tevlî cenazeyê birayê xwe Necmî Yuksekdag bû.
Birayê Fîgen Yuksekdag, Necmî Yuksekdag ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di şeva 1’ê mijdarê de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da.
Fîgen Yuksekdag ji bo tevli merasîma cenazeyê birayê xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li Wezareta Dadê dabû.
Piştî ku destûr hate dayîn Fîgen ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê ya Kocaeliyê bi cendermeyan re bi balafirê ewilî anîn û wê bi wesayîta girtîgehê birin goristanê.
Cenazeyê birayê wê anîn ber deriyê malbatê û pişt re li Goristana Gokova ya navçeya Yûmûrtalikê hate defin kirin.
Pîştî definkirinê dîsa Fîgen Yuksekdag bi rêya hewayî vegerandin girtîgehê.



