Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê ya Helebê, bi dirûșma “Pêşketinên siyasî yên li herêmê û pêşniyarên çareseriyê” civînek li hola partîyê a Şêxmeqsûd li dar xist.
Civîn bi beşdariya siyasetmedar û çalakvanên serbixwe yên bajêr û endamên partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd hat li darxistin.
Di civînê de Aloziya sûriyê, êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker û şerê Israîl û hemasê hat nîqaşkirin.
Hevserokê Navenda Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sîhanok Dîbo li ser rewşa heyî axivî û qeyranên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyê û sedemên wan nirxand.
Civîn bi dan û standin û nerînên beşdaran bidawî bû.