Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revandin

Sûc û hovîtiya li Efrînê warê zeytûnê dewam dike.
Mîna her rojê welatiyek hate revandin û 80 kes jî ji aliyê leşkerên Tirk ve radestî çeteyên li Efrînê hatin kirin.

Li gorî malpera Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê êşkence li welatiyê bi navê Mihemed Reşo kirin û ew revandin.

Reşo ji gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê ye û heta niha aqubeta wî ne diyar e.

Leşkerên Tirk 80 kesên Sûrî radestî çeteyên li Efrînê kirin

Li aliyekî din jî gelek kes bi rêya qaçaxçiyan têne xapandin û berê xwe didin herêmên dagirkirî da ku sînor derbas bikin.

Efrîn NEWS da zanîn ku leşkerên Tirk 80 kes radestî çeteyên xwe kirin.

Li gorî nûçeya Efrîn NEWS 20 ji wan berê li Tirkiyê bûn û hatin dersînorkirin û 60 jî dixwestin sînorê Tirkiye-Sûrî yê ser bi navçeya Cindirêsê derbas bikin.

Çeteyan welatiyek û malbata wî êşkence kirin û ew revandin

Back to top button