Li Efrînê çeteyan yek jê jin 3 welatî ji navçeyên Raco û Şera revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên li dijî pîvanên mirovahiyê dewam dikin. Çeteyan 3 Efrînî ji navçeyên Raco û Şera revandin…Li gundê Kaxirê yê ser bi navçeya Mabata jî çeteyan êrişî du malan kir û talan kirin.
Li navenda Mabata jî 5 zarok ji malbatên çeteyên ku li Efrînê hatine bicihkirin bi teqîna mayîneke bermahiyên çeteyan bi xwe, birîndar bûn.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk bi hincetên berê amadekirî ji bo di berdêla berdana wan de pereyan werbigirin welatiyên li Efrînê direvînin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dagirkeran xwendekareke jin û bavê wê revandine.

Dagirkeran duh li gundê Dodiyê yê navçeya Raco bi ser mala welatiyê bi navê Elî Hesen de girtin.

Çeteyan Elî Hesen yê 50 salî û keça wî Sêlîn Hesen a 25 salî revandin û birin cihekî ne diyar.

Sêlîn Hesen ku xwendakara zanîngehê ye nêzî hefteyekê ew bavê xwe ji Helebê vegeriyabûn gundê xwe.

Li gundê Meriska yê bi ser navçeya Şera jî çeteyan welatiyê bi navê Fethî Mihemed Elî revand û birin cihekî ne diyar.

Li gorî rêxistinê, welatiyê bi navê Fethî beriya niha ji hêla çeteyan ve hatiye revandin û di ji bo berdana wî çeteyan pere jê wergirtin.

Li gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata çeteyan du mal talan kir

Li aliyekî din, çete dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê dewam dikin.

Çeteyan li gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata bi çekan êriş bir ser malên welatiyên bi navê Fehmî Hac Ebo û Mihemed Hisên Hemreşo û malên wan talan kir.

Li navçeya Mabata 5 zarokên çeteyan bi teqîna mayînekê birîndar bûn

Li navçeya Mabata jî, ji ber bermahiyên çek û mayînên dagirkeriya Tirk ên li herêmê, 5 zarokên malbatên çeteyan ku ji Idlibê ne û li Efrînê hatine bicihkirin, birîndar bûn.

 

Back to top button