Li Şehbayê bi hezaran li dijî zext û êrişên li ser girtiyên di zîndanên dewleta Tirk de meşiyan û êrişa li ser Kobanê jî şermezarkirin.
Kongra Star a herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û êrişên li ser Rojava meşek lidarxist.
Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Yek ji rêveberê Koordînasyona Kongra Star a Efrînê Gulê Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.