Ayşe Acar Başaran: Ji bo dengê jinê were bihistin emê bimeşin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dibêje ji bo ew dengê jinê bidin bihistîn ewê li bajaran dest bi meşê bikin.

Ayşe Acar Başaran bal kişande ser jinên ku dema desthilata AKP’ê hatine kuştin û wiha domand:

Di nav 18 salan de 7 hezar û 500 jin hatine kuştin, tacîz li 100 hezar jinî çêbûye û êrîşa zayendî li ser 200 hezar jinî pêk hatiye.

Ayşe êşkenceya polîs û leşkerên Tirk a li ser aktivîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn bibîrxist û got:

Dema ku desthilata AKP’ê tê gotin, navê jinê bi êşkenceyê, kuştinê, desteserkirina mafên jinê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê bibîra mirov.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ‘Dayika aştiyê ya 75 salî Yadê Makbûle heftiya bihurî hate binçavkirin û girtin. Jin dema ku têbikoşe dibe hedef, li pêşberî me AKP’yeke wiha heye.

Ji bo ku dengê jinê bilind bikin ewê li Agirî, Dersim, Stenbol û Aydinê bimeşin.

Back to top button