Êrîvan û Bakû li Waşîngtonê nêzî lihevkirinê dibin

Wezareta Karê Derve ya Azerbeycanê ragihand ku bi Ermenîstanê re li ser hin xalên “Peymana Dualî ya Sazkirina Aştiyê û Têkiliyên Navdewletî” lihevkirinek çêbûye û pêşketin heye.

Wezaretê derbarê hevdîtinên şandeyên her du welatan yên 27-29’ê Hezîranê li Amerîkayê pêk tên de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hevdîtin bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken pêk hat.

Di hevdîtinê de, Serokatiya Wezîrê Karê Derva yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Karê Derva yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Wezîr û şandeya pê re di danûstandinên li ser pêşnûmeya ‘Peymana Dualî ya Çêkirina Aştiyê û Têkiliyên Navdewletî’ de pêşketineke zêde bi dest xistin.

Xalên zêde yên pêşnûmeya peymanê hatin lihevkirin û ji bo ji hev fêmkirinê gav hat avêtin.

Di heman demê de li ser hin mijarên sereke xebatên zêde hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku divê hevdîtin dewam bikin.

Bayramov û Mîrzoyan di navbera 1-4’ê Adarê de li DYAyê careke din bi mazûvaniya Blinkenê li hev civiyan.

Wê demê aliyan li ser hin xalên pêşnûmaya peymanê li hev kirin.

Blinken bo Êrîvan û Bakû: Aloziya li Qerebaxê bixin bin kontrolê

Back to top button