Blinken bo Êrîvan û Bakû: Aloziya li Qerebaxê bixin bin kontrolê

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li Ermenîstan û Azerbeycanê kir ku aloziya li herêmê kontrol bikin.

Di roja duyemîn a hevdîtinên Ermenîstan û Azerbeycan yên bi navbeynkariya Waşîngtonê tê kirin de, şerê li Qerebaxê deng veda.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîka Jake Sullivan bi şandeyan re civiyan.

Sullivan piştî hevdîtinê got,

“Min ji Ermenîstan û Azerbeycanê xwest ku li ser rêya aştiyê bidomînin, ji provokasyonan dûr bisekinin û dexta aloziyê kêmbikin.”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Vedant Patel ji rojnamevanan re got,

“Em ji ber mirina li Qerebaxê gelekî bi fikar in.”

Di nava du mehan de, bi serokatiya Blinken cara duyemîne di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de danûstandin pêk tên.

Rûsya di dîrokê de hertim navbeynkariya her du komarên Sovyeta berê kiriye.

Lêbelê, piştî şerê Ukraynayê Bruksel û Washington di navbeynkariya di navbera her du welatan de çalaktir bûne.

Li Qerebaxê 4 leşkerên Ermen hatin kuştin

28’ê Hezîranê li herêma Qerebax a Çiyayî careke din şer derket.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku hêzên Azerî li navçeyên Martûnî û Martakertê bi topan û dronan êrîşî hêzên wan kiriye.

Wezaretê diyar kir ku di encama vê êrişê de 4 leşekrên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma qerebaxê 4 leşkerên Ermen hatin kuştin

Back to top button