Di encama êrişa artêşa Azerbeycan ya li ser Ermenîstanê de, 4 leşkerên Êrîvanê hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên Azerî li navçeyên Martûnî û Martakertê bi topan û droneyan êrîş birin ser nuqteyên Ermen.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“Di encama vê provokasyona nû ya Azebaycanê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.”
Heta niha ji aliyê Azerbeycanê ve li ser van îdiayan ti daxuyaniyek fermî ne hatiye dayîn.
Ev daxuyanî di demeke wiha de hate kirin ku ji doh ve rayedarên Ermenistan û Azerbaycan li Waşîngtonê hevdîtinan dikin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken bi hempîşeyê xwe yê Ermen Ararat Mîrzoyan û hempîşeyê xwe yê Azerî Ceyhûn Bayramov destpêkê hevdîtinên cuda kirin, piştre jî hevdîtineke bi hev re kirin.
Hevdîtinên li Washîngtonê tê payin ku heta roja Pêncşemê dewam bikin.



