HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da

Gerîlayên HPG’ê bi berxwedaneke dîrokî derbên giran li Arteşa Tirk a dagirker dide,
HPG’ê ragihand ku di encam çalakiyên hêzên wan de li Zapê 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin.
Piştî derbên giran yên gerîlayan HPG da zanîn dagirkeran qad bi dijwarî bomberan kirine û got:“Di êrîşên dijmin de hevrêyên me Zagros, Zana û Berxwedan şehîd bûn.”

Li dîjî operasyonên Arteşa Tirk ya li Başûrê Kurdistanê û hêzên gerîlayan çalakiyên şoreşgerî ên HPG’ê didome.

Li ser çalakiyên dijî dagirkeriyê û êrişan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya daxuyaniyek weşand.

HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

HPG bibîrxist êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li rojhilat û rojavayê Zapê dewam dikin û wiha got:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji aliyê tîmên YJA Starê ve ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê hate lidarxistin.

Di dewamê de HPG’ê da zanîn 22’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê dest bi operasyonê kir û got:

Dagirkerên ku xwestin ji bejahî ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger.

Di encama vê derbê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

“Piştî derbên giran yên gerîlayan dagirkeran qad bi dijwarî bomberan kirin”

Piştî derbên giran yên gerîlayan HPG da zanîn dagirkeran qad bi dijwarî bomberan kirine û wiha got:

Balafirên şer 4 caran bombe li qadê barandin.

Qada çalakiyê bi şev jî 6 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

23’ê Hezîranê ev qada çalakiyê careke din ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hate bombekirin.

HPG: Hevrêyên me Zagros Zana û Berxwedan şehîd bûn

Di encama van bombardûmanan de hevrêyên me Zagros, Zana û Berxwedan şehîd bûn.

HPG’ê anî ziman ew ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan paşê ji raya giştî re parve bikin.

Têkildarî êrişên Arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de ev yek got:

HPG: Qadên berxwedanê 115 caran hatin bombekirin

HPG di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyên gerîla û êrîşêna rtêşa Tirk a dagirker de ev agahî dan:

”Qadên Berxwedanê 115 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

HPG: Dagirkeran 4 caran bi çekên qedexekirî êriş kirin

Back to top button