Artêşa Tirk a dagirker li Zaxoyê herêmên sivîlan bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê kurdistanê bombebarana xwe ya li ser herêmên sivîl didomîne. Artêşa dagirker vê carê herêmeke geştiyariyê ya ku dikeve li ser navçeya Batûfaya ya Zaxoyê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Bankê û Evlehê ku di heman demê de herêmeke geştiyariyê ye û rojane bi dehan sivîl diçinê, bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de agir bi herêmê ket.

Li gorî agahiyên destpêkê tenê ziyanên madî û jîngehî pêk hatine.

Saet 13.00’an jî cihekî geştûgûzariyê ya jêre têgotin Ava Marik ya ser bi Şêladizê jî hate bombebaran kirin.

Dewleta tirk bi vê re jî sînordar nema û balefirên şer Çiyayê Metîna jî bombebaran kir.

Lê têkildarî encamên êrîşê ti agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Back to top button