HPG’ê ragihand arteşa Tirk 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 272 caran jî bi çekên giran çeperên wan bomberan kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.
Li gorî vê
25’ê Hezîranê Arteşa Tirk a dagirker
Çeperên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Arteşa Tirk bi gîştî 272 caran qadên gerîlayan bomberan kir
Ji 24’ê Hezîranê heta 27’ê mehê jî qadên berxwedanê yên gerîlayan,
12 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 256 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatiye bombardûman kirin.
Her wiha HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker 25 û 27’ê Hezîranê jî hewl da çeperên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne.