
Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan ragihand ku AKP û MHP bi qanûnên derxisrî, rê li ber tundiya li dijî jinan zêde kiriye, lê emê li dijî tundiyê têbikoşin.
Ayşe Gokkan, têkildarî zêdebûna tundiya li dijî jinan û qanûna Înfazê nirxandin kir.
Ayşe Gokkan diyar kir ku tundiya li dijî jinê zêde dibe, sedema serek e jî polîtîkayên AKP’ê ne.
Li Tirkiyê li cihê ku pirsgirêkên siyasî, civakî, çandî û tenduristiyê werin çareserkirin, AKP-MHP’ê rojevên li ser zêdebûna tundî û tacîzê ava dikin.
Berdevka TJA’ê got:
Bi qanuna Înfazê re AKP’ê cesaretê dide zilaman ku tundiya li dijî jinan zêde bikin.
Bi belavbûna vîrûsa Coronayê re jî saziyên jinan girtin û rê li ber tundiyê ne-girt.
Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan balkişand ser encamên qanûna Înfazê û weha bi dawî kir:
Ger rê li ber vê qanûnê neyê girtin, wê zewaca zarokan bêtir bibe.
Bang li her kesî dikim ku bi hestîyar tevbigerin û piştgiriyê bidin têkoşîna jinan.