MXDŞ êrişa 3’yê Adara 2017’a li ser Xanesorê şermezar kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di salvegera êrişa 3’yê Adara 2017’an de daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Hedef girtina Fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrişa 3’yê Adara 2017’an ne qute.
Wê ne PDK û nejî dewleta Tirk a dagirker nekaribe bi planên xwe ên qirêj îradeya civaka me bişkênin.”

Têkildarî êrişa PDK, çeteyên roj û MÎT’a Tirk ku 3’yê Adara 2017’an Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Meclisa Xweseriya Şengalê di şexsê şehîdên berxwedaniya Xanesorê de, tevahiya şehîdên Şengalê bibîranî û got:

“Wek tê zanîn ê bû sedema fermana 3’yê Tebaxê PDK bû.

PDK’ê ji roja avakirina sîstema xweseriya demokratîk a li Şengalê, heya niha bê navber plan liser plan li ser civaka me dide meşandin û dixwaze xwe li Şengalê bike serwer.

Meclisa Xweser a Şengalê: Êrişên îro ji êrişa 2017’an ne qut e

Çawa di wê demê de xwestin Xanesorê dagir bikin, di roja meya îro de jî heman plan li ser tevahiya Şengalê dewam dikin.

Hedef girtina Fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrişa 3’yê Adara 2017’an ne qute.

Çawa civaka me di wê demê de bi erk û berpirsiyartî tevgeriyan wê ji niha û şûnde jî bi heman helwest tevbigerin û rê nedin xiyanetkar li ser axa Şengalê vegerin.”

Meclisê dazanîn ku berdêl çi dibe bila bibe wê bigîhîjin xweseriya xwe.

Meclîsa Xweser a Şengalê li dijî dagirker ê xiyaneta PDK’ê banga berxwedaniyê kir û got:

Meclisa Xweser a Şengalê: Dijî PDK û dagirkeriya Tirk êmê li ber xwe bidin

“Me berê jî gotiye tu hilbijartinekî me nîne ji bilî berxwedaniyê.

Ji bo ev berxwedanî bi hêz bibe em bang li gelê xwe dikin nekevin xefikên dijminê dagirker û îxaneta PDK’ê.

Pêwîste gelê me bi vegera li ser axa xwe bersiv bide hemû plan û êrişên dagirkeran.

Di niha de Xanesora berxwedêr gelê xwe ê koçber bûyî di himbêza xwe de di hewîne û bi sîstema Netewa Demokratîk xwe bi xwe birêve dibe.

“Emê dest ji doza Şengala xweser û azad bernedin”

Ev sîstema ji Xanesorê despêkir nihe li hemû Şengalê belav buye, gelê me buye xwedî sîstema xwe a rêvebirin û parastinê.”

Meclisê dawî de teqez kir ku wê PDK û dewleta Tir a dagirker nikaribin Şengala ku bi xwîna hezaran qehremanî hatiye rizgarkirin dagirbikin û vîna vê gelî bişîne, emê dest ji vê doza şehîdan a Şengala xweser û azad bernedin.”

Di 3’yê adara 2017’an de PDK’ê bi piştgirya dewleta Tirk êrişî Xanesor a Şengalê kir

Back to top button