3 ZAROKÊN KU RÊVEBERIYA XWESER RADESTÎ RÛSIYA KIRIBÛN GIHIŞTIN WELATÊ XWE

Beriya demekê Rêveberiya Xweser 3 zarokên Rûsî yên DAIŞ’ê radestî hikûmeta welatê wan kir..
Perlemana Rûsî jî ragihand ku hersê zarok gihiştin Rûsya..

25 Adarê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke fermî 3 zarokên bi navê:

Ebdulrehman Remedan 7 salî,

Meryem Remedan a 7 salî

û Fatima Remedan a 5 salî yên sêwî, radestî nûnerên Komîteya Doma ya Rûsya ya Karûbarên Hevkariya Navdewletî kir..

Piştî wê bi hefteyekê Perlemana Rûsî ragihand ku hersê zarokên navborî gihiştin Rûsya..

Perlematerê Rûsî Dimitrî Sabilin ragihan ku hersê zarok ji Sûrî gihişt welatê xwe..

Ev hersê zarok, beriya biçin Rûsya li Kapma Holê ya Hesekê diman…

Her wiha Rêveberiya Xweser ji me re ragihandibû ku, bi qasî 12 hezar zarokên û jinên DAIŞ’ê ji zêdetir 50 welatên cuda li gel wan in..

Di heman demê de, bêhtirî hezar çeteyên DAIŞ’ê li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûrî di encama pêngavên QSD’ê de hatine girtin..

Rêveberî ji bo bidawîkirina xeteriya van zarok û çeteyan jî, banga avakirina dadgeh û szaiyên perwerdê dike..

 

 

Leave a Reply

Back to top button