Talîban: Me Pencşêr kontrol kir

Efxanistan piştî şerekî dijwar yê li herêma Pencşêr bi giştî ket destê Talîban. Talîbanê ragihand ku wan Pencşêr kontrol kiriye û bi vêyekê re şerê li welat bidawî bû. Her çiqasî Eniya Berxwedana Netewî ya Pencşêr vê yekê red dike jî lê dîmenê bilindbûna ala Talîban li ser avahiyên hikumetê rewşa li herêmê nîşan dide. Piştî demekê, Îran cara yekem li dijî Talîbanê bertekên tund nîşan da.

“Bi vê serketinê re welatê me ji rewşa xitimandî ya şer bi temamî rizgar bûye.”

Ji Berdevkên Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd bi vê peyamê kontrolkirina herêma Pencşêr ya dikeve bakur-rojhilatê paytext Kabulê ragihand.

Wîlayeta Pencşêr ya ku weke kelha hêzên berxwedêr ya li dijî Talîbanê bû, bi rojane li ber xwe dida.

Berxwedêrên li geliyê Pencşêr, dawiya hefteyê ragihand ku windahiyên giran hatine dayin û ji bo agirbestê bang kiribûn.

Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) li ser Twitterê peyamek parve kir û ragihand ku rojnamevanê navdar ê Efxan berdevkê UDC’ê Fehîm Daştî û general Abdul Wûdod Zara di şerê dawî de hatine kuştin.

Talîbanê jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku gelek herêmên Pencşîrê ketiye bin kontrola wan, lê belê alîgirên UDC’ê li ser torên medya civakî ev daxuyanî derewandibûn.

Piştî çekdarên Talîbanê ketin hindirê wîlayetê li ser avahiya hikumetê ya li herêmê ala xwe hildan.

Ehmed Mesûd: Li dijî Talîbanê rabin serhildanê

Di vê navberê de fermandarên hêzên leşkerî li Pêncşêrê Ehmed Mesûd qebûl kir ku Talîban roja Yekşemê bi dijwarî êrişê hêzên wan kirî ye.

Mesûd ji encamên derketine holê, xemsarî û bêdengiya civaka navneteweyî berpirsiyar nîşan da û wiha got:

Ji ber ku destûr dane Talîbanê di warê leşkerî û siyasî de pêşde biçe, rewşa li welatê me aloz bû.

Hêzên Talîbanê ketin Pêncşêrê, gelek ji endamên malbata me kuştin.

Divê were zanîn ku hêzên me hê jî li hin deverên bajêr in û wê şerê xwe li dijî Talîbanê dewam bikin.

Ehmed Mesûd bang li gelê Efxan kir ku li hundir û derve li dijî Talîbanê rabin serhildanê.

Îran êrişa Talîban ya li dijî Pencşêr şermezar kir

Di vê navberê de, hikumeta Îran êrişa Talîbanê ya li ser Pencşêrê bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Xetîbzade anî ziman ku nûçeyên ji Pencşêr tên cihê xemgîniyê ye û ev êriş bi tundî şermezar kir.

Tehranê ji 15’ê Tebaxê ve piştî ku Talîbanê Kabul kontrol kir, dest ji daxuyaniyên li dijî wê berdabû.

Piştî 20 rojan cara yekeme ku ji devê rêveberekî Tahranê helwestek tund li dijî Talîbanê derdikeve.

Back to top button