Serokdewletê Belarûs Alexander Lukashenko: Em ê ji Rûsya di astek zêde de çekan bikirin

Serokdewletê Belarûs Alexander Lukashenko got, welatê wî wê di demek nêzîk de miqdarek mezin çek ji Rûsyayê bikire.

Alexander Lukashenko diyar kir ku di nava van çekan de bi dehan balafirên şer, helîkopter û sîstemên parastina hewayî hene.

Lukaşenko anî ziman ku welatê wî jî dikare pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsî bikire û wiha got:

“Em dikarin S-400’an jî bikirin.

Pêdiviya me gelekî bi wan heye.”

Ev daxuyaniya Lukaşenko yê ji 1994’an ve welat bi rêya zextê birêve dibe, beriya tetbîqata hefteya pêş ku wê navbera herdû welatan de pêk were hat.

Tê payîn ku 200 hezar leşkerên ji herdu welatan beşdarî tetbîqatê bibin.

Serokdewletê Belarûs artêşa Belarûs û Rûsya weke yek hêz pênase kir û wiha got:

“Xwedê neke, ger şer dest pê bike, artêşa Belarûs dê bibe yê yekem ku têkeve şer û baskê rojavayî yê Hêzên Çekdar ên Rûs dê zû tevlî me bibe.

Bivî awayî wê parastinek hevbeş pêk were.”

Lukaşenko yê beriya niha Moskowa bi destwerdana li welat tewambar dikir, niha weke hevkarê xwe yê herî nêz dibîne.

Back to top button