Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê tevî hemû astengiyên asayîşê meşek hat lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê ji bo êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin, li Baxê Giştî yê Silêmanî kom bûn.
Lê belê hêzên asayîş Silêmaniyê êrîşî welatiyan kirin û destûr nedan xwepêşandan pêk were.
Welatiyên Silêmanî hemû astengiyên asayîşê şkandin û ji Baxê Giştî ber bi Cadeya Salim meşa xwe domandin.