Li Çemço ya Herêmên Parastina Medyayê 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Hat ragihandin ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de herî kêm 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin girtin, yekîneyên gerîlayan li dijî leşkerên dagirker rêze çalaki li darxistin.

Leşkerên ku dixwestin ber bi eniyên şer yên Girê Şehîd Adil ên li herêma Berxwedana Çemço ve bi pêş ve biçin, rastî berxwedana dîrokî ya gerîlayan hatin.

Di vê çalakiyê de herî kêm 9 dagirker hatine cezakirin.

Her wiha derbarê encamên pevçûnan de wê piştre agahiyên berfirehtir bên parvekirin.

Back to top button