Jin amadekariyan dikin ku kongreyeke cîhanî ya jinan di Cotmeha bêde li dar bixin
Duh “26’ê Nîsanê” li Tunisê komxebata xebatên jinan a cîhanî dest pê kir.
Îro di roja duyemîn a komxebatê de, hate ragihand ku dê kongreyeke cîhanî ya jinan di Cotmeha bê de, li dar keve.
Li gorî ajansa NU-JINHA’ê Îro di komxebatê de li ser amadekariyên lidarxistina vê kongreyê, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan li seranserî cîhanê derdikevin, hatin nîqaşkirin.
Hat ragihandin ku Komxebata li tunsê dê 4 rojan berdewam bike.