Xelata rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok hat dayîn

Bi boneya salvegera 125. a Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad a Qamişlo şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de xelatên Pêşbirka Şehîd Mazlûm Bagok a Kedê û Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah hatin belavkirin.
Gelek hevalên me yên Ronahî TV jî xelat wergirtin ji wan Serdar Goyî, Derav Ala, Alan Meîş û Mihemed Mistefa.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) her sal 22’ê Nîsanê xelatên Şehîd Mazlûm Bagok ên Kedê li rojnamevanan belav dike.

Ji ber sedema cejina Remezanê roja rojnamegeriya Kurdî hate paşxistin, lewma doh şahî hate li dar xistin.

Merasîma xelatdayînê li hola Mêrîland a bajarê Qamişlo hate li dar xistin.

Di şahiyê de rojnamevan û malbatên herdu şehîdan Mazlûm û Îsam Ebdulah beşdar bûn.

Li ser navê şehîd Îsam Abdullah, xwîşka wî Fatma Abdullah jî ev roj li tevahî rojnamevanan pîroz kir, hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anîn:

“Dê rojnamegerî her dewam bike.

Pitşî axaftinan, rojnamevanên ku di Pêşbirka Şehîd Îsam Abdullah de bi serketine xelat wergirtin.

Gelek hevalên me yên Ronahî TV jî xelat wergirtin ji wan Serdar Goyî, Derav Ala, Alan Meîş û Mihemed Mistefa.

Her weha 13 Rojnamevanan Xelata Ked û Wêrekiyê ya Mazlûm Bagok jî wergirtin.

Xelata wêrekiyê şehîd Îsam Ebdullah ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Spasname jî hatin dayîn.

Her sal bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad YRA xelat rojnemegeriyê dide.

Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok ya ked û wêrekî ev 10 sal in tê dayîn.

Back to top button