‘Kurdistan’.. Yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî

Îro 22 Nîsanê, roja rojnamegeriya kurdî ye.
Weke îro berya 125 salan, li paytexta Misirê Qahîre, neviyên Bedirxanê mezin, rojnameya Kurdistan yekemîn rojnameya bi zimanê kurdî weşand.

Roj, 22’ê Nîsana 1898….

Cih, paytexta Misirê Qahîre….

Mîr Mîqdad Mîthat Bedirxan yekemîn rojname bi zimanê kurdî bi navê rojnameya ‘Kurdistan’ weşand.

Mîr Mîqdad rojname li ser hesabê xwe û bi alîkariya herdu birayên xwe Ebdul-Rehman û Ebdul-Rezaq, her wiha bi alîkariya hin xwendekarên kurd ên li Qahîre, Şam û Stanbolê, da destpêkirin.

Rojnameya ku her 15 rojan dihat weşandin, her jimarek 2 hezar çap bi rêya kurdên li Şam û Ewropayê, li seranserî Kurdistanê dihat belavkirin.

Piştî jimara 5’emîn, desthilatdarên Osmanî weşandina rojnameyê li Misirê qedexe kir, ji lewre birayê Mîqdad, Ebdul-Rehman weşandina wê li Cinêvê berdewam kir.

Zimanê rojnameyê bi zaravê Kurmancî bû, lê hin mijar bi Soranî jî hebûn.

Rojnameyê girîngî dida sedemên paşketina civaka kurdî û siyasetên nijadî yên li ser dihatin meşandin.

Di heman demê de cihekî girîng dida wêjeya kurdî û gelek berhem mîna ‘Dastana Mem û Zîn’ a Ahmedê Xanî û helbestên helbestvanê şehîd Hacî Qadirî Koyî weşandin.

Rojnameya Kurdistan li nav xwendekaran pir bi navûdeng bû û ji bajarên Mûsil, Cizîr, Şam, Silêmanî, Mardîn, Edene û ji gelek bajarên din, name dihatin şandin.

Xwendekaran di nameyên xwe de, behsa mafên kurdan û zulma li ser wan dikir û pêşniyarên xwe ji Mîr Mîqdad re dişandin.

Jimara 31’ê ya rojnameyê, Nîsana sala 1902’an jimara dawîn a rojnameyê bû.

Back to top button