“Deshilata Başûrê Kurdistanê yasayên rojnamgeriyê bi cih nayne”

Yasayên rojnamegerîyê li Başûrê Kurdistanê nayên bi ci anîn.
Rojnamevanên Başurê Kurdistanê diyar dikin ku Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê, ji ber astengî û sînordarkirina karê rojnamegerîyê ya li Başûr bi fikar in.

125 sal di ser derketina yekem rojnameya Kurdî re derbas dibe.

Li gor amarên rêxistinên parastina mafên rojnamegeran, roj li pey rojê azadiya rojnamegerî li Başûrê Kurdistanê xirabtir dibe.

Başûrê Kurdistan ji bo karê rojnamegeriyê ne qadek bi ewleye.

Ji ber ku gelek caran rojnameger ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê rûbirûyê gef, lêdan, kuştin û girtinê tên.

Li gor amarên Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran, di sala borî de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kirin.

Li gor amarên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê jî di sala 2022’an de 73 binpêkirin li beramberî 158 rojnamegeran pêk hatiye.

Rojnamevanên li Başûr li ser zext û girtinan bi fikar in

Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî, ji ber astengî û sinordarkirina karê rojnamegeriyê ya li herêma başûr bi fikarin.

Rojnamegeran gotin: “Nebûna azadiya karê rojnamegerî û tengkirina azadiyan a li Herêmê bûye sedem sal bi sal binpêkirinên li beramberî rojnamegeran zêdetir bibin.

Rojnamevan Hozan Qadir: Azadiya fikir û raman hatiye sînordar kirin

Hozan Qadir da zanîn ku li Başûr azadiya fikir û ramanê hatiye sinordarkirin û got:

“Rewş ne wisane wekî ku berpirsên Herêma başûrê Kurdistanê behs dikin.

Ji ber ku heta niha jî rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bêy ku tawanekî wan hebin di girtîgehê de ne.

Rojnameger Ehmed Mistefa: Rojnamevanên Başûr rastî binpêkirinan tên

Rojnameger Ehmed Mistefa jî îşaret bi rewşa rojnamegerî ya li Başûrê Kurdistanê kir û got:

“Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê bêxwedî ne. Ti kes û yasayek li wan xwedî dernakeve.

Gelek caran binpêkirinên wek binçavkirin, revandin, lêdan û gef li beramberî rojnamevanan tên kirin.

Back to top button