BERXWEDANA NASIR YAGIZ DI ROJA 163’AN DE DIDOME

Li başûrê Kurdistanê rojane partî, rêxistin û sazî serdana çalakgeran dikin û piştevaniya xwe diyar dikin. Lê vê carê çalakgeran serdana hevdû kirin. Çalakger Herêm Mehmûd jî serdana Nasir Yagiz kir û bi hev re gotin: Êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema berxwedanê ye.

Li bajarê Hewlerê yê Başûrê Kurdistanê li nûnertiya HDP’ê ev 163 roje çalakiyên greva birçîbûnê lidarin.

Pêşengê çalakiyên li başûr jî Nasir Yagize.

Bi Yagiz re heta niha 81 koman cihê xwe di çalakiya dorveger de girtine.

Niha çalakî ji aliyê endamên KNK’ê ve dewam dike.

Rojane partî, rêxistin, sazî û xelkê herêma başûrê kurdistanê serdana çalakgeran dikin.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ÇALAKGER HERÊM MEHMÛD SERDANA NASIR YAGIZ KIR

Lê carê çalakger Herêm Mehmûd yê ku ev 68 roje di çalakiyê de ye serdana Nasir Yagiz kir.

Herêm Mahmûd diyar kir ku her roja ku diçe berxwedana wan mezintir dibe.

Îro ez jî wek çalakvanekî ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo bê şikandin, serdana Nasir Yagiz kir.

Dîtina Nasir ji bo min hestên serkeftin û azadiyê bûn.

Dijminê gelê Kurd dema ku dibine ev çalakiyane pêş dikevin êrişî gelê me dike.

Herêm Mahmûd ji Leyla Guven re silav şand û wiha domand:

Ez ji vir li gel Nasir Yagiz silavên xwe ji bo pêşenga vê berxwedanê ya ku pêşengtî ji bo vê yekê kirî birêz Leyla Guven re dişînim.

Nasir Yagiz diyar kir ku dema ku wî bihîst Herêm Mahmûd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, hestên serkeftinê careke din di hindirê min de geş bûn.

Yagiz bang li ciwaninên Kurd kir ku bibin dengê çalakgeran û ev tişt got:

Ez di serî de bang li ciwanên Kurd dikim ku êdî bila vê bêdengiya xwe bidin şikandin.

Divê ev çalakiyên ku li ber deriyê zindanan tên kirin, tenê bi dayîkan re sînordar nemînin.

Leave a Reply

Back to top button