MSD JI BO KOMXEBATA SIBE BANGA TEVLÎBÛNÊ LI EŞÎREYAN DIKE

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo lidarxistina komxebata diyaloganên eşîreyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
MSD’ê banga tevlîbûnê li hemû êlên Sûriyê kir û got:
Êlên herêmê mirosgerên pêkanîna aştiya navxweyî ne.

Bi pêşengitiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê wê sibe li navçeya Eyn Îsayê were lidarxistin.

MSD’ê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna diyalogan li êlên Sûriyê kir.

Di daxuyaniya MSD’ê de wiha hat gotin;

”MSD`ê ji destpêka ku ava bûye û heta niha ve banga diyalog û rêzdariyê di navbera gelê Sûriyê de li ser bingeha biratî û welatê hevpar dike.

Gavên me yên niha dewama projeya me ya siyasî û niştîmanî ye.

Lê pêvajoya piştî rizgarkirinê kedeke hê mezintir pêwîste.

Ji ber wê divê xebat dewam bibe da ku aştî û ewlehî li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin pêk werin.

Xebata MSD’ê tecrube û hîma avakirina Sûriya nû ye.

MSD’ê diyar kir ku tevahî êl, rûspî û pêkhateyên Bakurê Sûriyê yekîtiya xaka Sûriyê diparêzin û ew mirosgerên aştiya navxweyî û saxlemiya welat in.

Her wiha ew jî têgehên ku dibêjin rojava û rojhilatê Firatê derbas kirine, ji ber ku xaka Sûriyê yek e û ji tevahiya gelê wê ye.

MSD li ser armanca lidarxistina komxebata êlên Sûriyê jî wiha dibêje;

Di komxebatê de em ê rewşa xeter a ku welat tê re derbas dibe, aliyên ku hewl didin tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê de belav bikin û hewl didin tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin nîqaş bikin.

Li ser wê em binpêkirinên wan aliyan şermezar dikin û em bang li gelê Sûriyê dikin ku sûd ji 8 salên aloziyê bigirin û dest bi diyalogek neteweyî cidî bikin da ku tecrubeya demokeratîk li tevahiya Sûriyê belav bibe.

Leave a Reply

Back to top button