Partiya Johnson ji bo ji erkgiritina serokwezîrê Brîtanya dicivin

Vîrûsa Corona bû sedema ku gelek lîder ji kursiyên xwe bikevin.
Niha di rêzêde Serokwezîrê Brîtanya Johnson xuya dike.
Ji ber pêvajoya dema tevdîrên parastina ji Corona de, Johnson şahî lidarxist, serê wî di belayê de ye.
Ji bo Serokwezîrê Brîtanya wê îşev dengê pêbaweriyê li koma parlemantoya partiya wî pêk were.

Şahiya Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ya di dema tevdîrên li dijî Vîrûsa Corona li avahiya serokwezîrtiyê pêk anîn de, ji rojevê dernakeve.

Ji wê demê ve, daxwaza îstifaya Johnson tê kirin.

Bi vê armancê wê îro koma parlementoya Partiya Muhafezekar a ku ew serokê wê ye, dengdana pêbaweriya bo Johnson pêk were.-

Tê payîn ku dengdayîn li gorî dema herêmî saet di navbera 20:00 û 22:00 de pêk were.

Ger Johnson dengan winda bike, divê îstifa bike.

Dengdan wê li ser bingeha dengdana veşartî û piraniya sade were kirin.

Partiya Muhavezekar 359 parlamenterên xwe hene.

Ji bo Johnson bikare kursiyê xwe yê deshilatê biparêze, pêwistî bi 180 dengan heye.

Boris Johnson piştî lêpirsîna polêsan a beşdarî hin şahiyên ku li Avahiya Serokwezîriyê hatin kirin bûye, hat cezakirin.

Ger Johnson dengan winda bike, serokê nû yê ku ji hêla Partiya Muhafazakar ve were hilbijartin wê bibe serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û hikûmetê ava bike.

Ger Johnson deng bi dest bixe, li gorî pîvanên Partiya Muhafazakar, 1 sal jî heman deng nayê kirin.

Ji bo dengdanê, herî kêm ji sedî 15 ku dike (54) parlamenter diviyabû bi nivîskî daxwaznameyek pêşkêş bikirana.

Îro danê sibê hat ragihandin ku benda ji sedî 15 a dengdanê derbas bûye, lê nehat diyarkirin ku çend parlamenter dixwazin dengdan pêk were.

Back to top button