Raportorê Tirkiyê yê parlementoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor dê wek çavdêr beşdarî civîna 975’mîn a Dayikên Şemiyê bibe.
Çalakiya dayikên şemîyê wê di 2’ê Kanûnê li qada galatasarayê ya Stenbolê bê li darxistin.

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor dê weke çavdêr beşdarî civîna heftane ya 975’an bibe.

Dayikên Şemiyê/Kesên ku aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatine windakirin dipirse û daxwaza darizandina kiryaran dike ku li Galatasarayê tê lidarxistin.

Nacho Sánchez Amor di meha cotmehê de li Parlamenta Ewropayê bi nûnerên Dayikên Şemiyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) re hevdîtin kiribû.

Piştî civînê İHD û TÎHV’ê Nacho Sánchez Amor vexwend Tirkiyê, li gorî prensîbên di Rêbernameya Şopandina Azadiya Meclîsa Aştiyane ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê (OSCE) de ku Tirkiye jî di nav de ye.

Çalakiya dayikên Şemîyê wê 2’ê Kanûnê de bê lidarxistin

Sánchez Amor bi qebûlkirina vê vexwendina rêxistinên mafên mirovan, wê weke çavdêr beşdarî civîna hefteya 975’an a Dayikên Şemiyê be ku wê di 2’ê Kanûnê de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê were lidarxistin, bibe.

Back to top button