Rejîma Îranê zarokekî 17 salî darvekir

Îran piştî qetilkirina jîna kurd Jîna Emînî mafê mirovan binpê dike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser darvekirina Hemîdreza Azerî yê 17 salî daxuyaniyek da.
Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ev darvekirinên Îranê şermezarkir, bang li Îranê kir ku cezayên darvekirinê rawestîne.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî darvekirina Azarî yê 17 salî û Zohrevand yê 22 salî ku di çarçoveya xwepêşandanên Jîna Emînî de bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin, şermezar kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser darvekirina Hemîdreza Azerî yê 17 salî û Mîlad Zohrevand ê 22 salî daxuyaniyek da.

Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ev darvekirin şermezarkir, bang li Îranê kir ku cezayên darvekirinê rawestîne.

Elîzabeth throsell cezayên darvekirinê şermezar kir

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardian, Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Elizabeth Throssell derbarê vê yekê de got:

“Darvekirina Hamîdreza Azerî ku bi sûcê kuştinê tê sûcdarkirin, yekemîn darvekirina zarokekî ye ku tê îdîakirin ku îsal li Îranê sûc kiriye.”

Throssell bi bîr xist ku li gorî peymanên navneteweyî cezayê îdamê ji bo sûcên ku ji 18 salî biçûktir re hatine kirin qedexe dike.

Her wiha Elizabeth Throsell darvekirina Milad Zohrevand û Hemîdreza Azarî jî şermezar kir

Throssel bal kişand ku di çarçoveya xwepêşandanên ku bi qetilkirina Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî ya di bin çavan de hat qetilkirin.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir darvekirinan rawestîne

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir ku tavilê cîbicîkirina cezayê darvekirinê rawestîne û paşde bixe.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) û platforma Bi hev re li dijî darvekirinê ku navenda wê li Parîsê ye, par li Îranê herî kêm 582 kes hatine darvekirin;

Ev ji sala 2015-an vir ve jimara herî zêde ye ku tomar kiriye.

Di sala 2021’ê de li welêt 333 kes hatin darvekirin.

Back to top button