Koçberên Efrînê û niştecihên kanotna Şehba cenazeyê şervana QSD`ê Rojeng Rifet pêşwazî kir ku di qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû
Li Şehbayê jî koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê cenazeyê şervana YAT`ê Rojeng Rifet pêşwazî kir.
Bi gihaştina karwanê şehîd re, şêniyan fedakariyên şehîdan û berxwedana şêniyên Efrînê silav kirin.
Piştre girseyê cenazeyê şehîd wergirt û ber bi Nexweşxaneya Avrîn ve kete rê, ta ku piştre merasîma oxirkirinê li dar bixe.