Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, li Parlamena Swêdê hate nîqaşkirin.
Vekişîna ji peymanê, li ser daxawza Alîkara Duyemîn a Serokê Parlamenê û Parlamentera Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve, ket rojevê.
Lotta bi pêşnûme-pirsekê ji hikumeta Swêdê pirsî ku têkildarî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê wê çi bike û piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên li Tirkiyê ji bo mafên wekhevî û jinan têdikoşin wê zêde bike yan na.
Bersiva Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lind jî wiha bû:
“Vekişîna ji peymanê cihê xemgîniyê ye û rawestandina tundiya li dijî jinan yek ji karên sereke yên hikumetê ye.
Ann teqez kir ku hikumeta wan pêşengtiyê dike û binpêkirina mafên mirovan dixin rojeva YE û platformên navneteweyî.