Li Kerkûkê leşkerekî Îraqî hat kuştin, 3 jî birîndar bûn

Li parêzgeha Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendekek kontorlê ya artêşa Iraqê kir. Tê gotin kuştî û birîndar hene.

Navgînên ragihandinê yên Îraqê diyar kir ku êrîş li nêzîkî bajarokê Dubiz ê Kerkûkê pêk hatiye û leşkerek hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, DAIŞ’ê di nava 3 rojên dawî de, 14 êrîş anîne ser heman parêzgehê.

Unitad: DAIŞ çekên biolojî li dijî girtiyên Iraqê bi kar aniye

Şandeya “UNITAD” jî bi raporekê ragihand ku sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan, sûcên şer û qirkirina komî ne.

Her wekî li gorî raporê, DAIŞê çekên Biolojî li dijî girtîyên li Iraqê bi kar anîne.

Back to top button