Hunermendên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi karekî hevbeş ji bo pitgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê stranek nû ya bi navê “Pelek ji Dara Mazî” derxistin. Hunermend dibêjin Kurdistan yek parçe, yek awaz û yek ruhê ku nayê parçekirin e.
Berhema hunerî diyarî berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk hatiye kirin.
Eyhan Gursê ku gotinên stranê amade-kiriye, derbarê stransê de ji ajansa Rojnewsê re axivî û got;
“Muzîka vê berhemê ji aliyê hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Hadî Muradî ve hatiye danîn û ji aliyê hunermenda ji Başûrê Kurdistanê Şinyar Mecîd ve tê gotin.
Gursê diyar kir armanc ji vê berhema ku ji aliyê hunermendên 3 parçan ve hatiye amadekirin, Kurdistan yek parçeye, yek awaze û yek ruhê ku nayê parçekirin e.
Berhema (Pelek ji dara mazî) bi zaravayên Soranî û Kurmancî hatiye amadekirin.