Rahila Gupta: Ji ber zextên Tirkiyê heta niha PKK di lîsteyê de ye

Nivîskar û rojnamevana Brîtanî Rahila Gupta dibêje “Hevrûkirina PKK’ê û komên mîna DAIŞ’ê bêwate ye û neyê qebûlkirin.” Her wiha piştrast kir ji ber zextên dewleta Tirk PKK heta niha ji ‘lîsteya terorê’ nehatiye derxistin.

Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û bidawîkirina vê neheqiyê, taybet ji qada navneteweyî bang bilind dibin.

Rojnamevan û nivîskara Brîtanî Rahila Gupta “Rahîla Gupta” jî ji bo derxistina PKK ji vê lîsteyê bang kir.

Rahila Gupta ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî û diyar kir ku ji bo azadiya gelên bindest, wekî ku PKK dike, mirov hewceyî têkoşîna bi çekan dibe.

Rahila destnîşan kir ku hevrûkirina PKK’ê bi DAŞ’ê û komên mîna wê yên terorîst re, nayê qebûlkirin û ev got:

“Modela hevjiyanê ku niha li Rojava derdikeve holê, berhema felsefeya PKK’ê ye.

Ev felsefe û raman jî gelek hêzên demokrasiyê yên Rojavayî dide şermkirin.”

Rojnamevan Rahila anî ziman “Ewropa cudahiya PKK û DAIŞ’ê baş dizane lê ji ber dewleta Tirk endama NATO’yê ye, bêhelwest dimîne.”

Rahila Gupta: Pêwîstî bi kampanyayên mezin heye

Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin jî, Rahila Gupta pêwîstiyê bi kampanyayeke mîna ya ji bo azadiya Nelson Mandela dibîne û vê dibêje:

“Dewleta Tirk ji bo PKK’ê di lîsteyê de bihêle gelekî hewl dide.

Kampanyayên bên meşandin divê ew qasî xurt bin ku hêzên rojavayî ji têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re poşman bike.”

Rojnamevana Brîtanî nîqaşên li ser derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ erênî dîtin û wiha rave kir:

“Di nîqaşên dawîn ên li Parlamentoya Brîtanyayê de bang li hikumetê hat kirin ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ were derxistin.

A rast, ev guherîneke mezin e. Divê ev yek xurttir bibe.”

Dawiya nirxandina xwe Rahila Gupta tekez kir ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin divê rûyê rast ê dewleta Tirk bi têkoşîneke cidî were nîşandan.

Back to top button