CPT: Em girîngiyê didin geşedanên li Îmraliyê û xebatên me wê bidomin

Çalakiya Nobeta “Ji Ocalan Re Azadî” demek e li ber Konseya Ewropayê ya Fransayê pêk tê. Siyasetmedarên Kurd ên di vê çalakiyê de cih digirin, duh peyamek radestî Komîteya Pêşîgirtina Li Êşkenceyê CPT’yê kir. CPT jî bersiv da û got “Em mijarê dişopînin.”

Siyasetmedarên kurd ên di vê çalakiyê de cih digirin, duh peyamek amade kirin û radestî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê CPT kir.

Rayedarên CPT ku peyam wergirtin, wiha bersiva siyasetmedaran û daxwazên wan ên rakirina tecrîdê dan:

“Em girîngiyê didin geşedan û bûyerên li Îmraliyê.

Timî mijarê dişopînin.

Beriya niha sala 2019’an li ser Îmraliyê raporek me hebû.

Binpêkirinên ku me di vê raporê de behs kirine hene. Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina van binpêkirinan bi awayekî çalak didome”

Rayedarên CPT piştrast kirin ku xebatên wan di vî alî de wê bidomin.

Back to top button