Mîhrecana Orkêş ku duh destpê kir îro di roja xwe ya duyem de dewam kir.
Bi dirûşmeya ” Bi dengê pîroz, şoreş ava dibin” duh mîhrîcana 2’emîn a Orkêş li Qamişlo dest pêkir.
Îro di roja duyemîn de, Komên stran û muzîkê ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Ji bajarê Kobanê koma Botan û koma Hevrîn û ji Rimêlan jî koma Ş.Serhed hunerên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha ji bajarê Reqayê jî koma Duret El-Furat û ji Tebqa jî koma Doser stranên erebî gotin.
Hêjayî gotinê ye ku 24 kom beşdarî mihrîcanê bûne û di roja dawî de dê komên beşdar werin xelatkirin.