Di şerê 3 rojan ê di navbera Gazze-Îsraîlê de 31 kes hatin kuştin

Şerê ku di navbera Îsraîlê û komên çekdar yên li Gazzeyê de destpê kiribû, dewam dike. Di encama şerê sê rojên dawiyê de 30 Filistînî û Îsraîliyek hat kuştin.

Şerê bi fuze û roketan yê di navbera Îsraîlê û komên çekdar yên li Gazzeyê, duh bi şev jî bê navber dewam kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Gazzeyê ragihand ku ji roja Sêşemê û vir ve zarok jî di nav de 30 kes hatin kuştin û 90 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de pênc fermandarên leşkerî yên Cîhada Îslamî û şervanên Eniya Rizgariya Gel ya Filîstînê jî hene.

Li aliyê Îsraîlê jî, ji ber roketa li maleke li Rehovot ya li başûrê Tel Avîvê ket, kesek mir.

Rayedarên Îsraîlî dan zanîn ku ji roja Çarşemê û vir ve jî 5 kes birîndar bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji destpêka şer û vir ve 866 roket li hemberî Îsraîlê hatin bikaranîn û 260 jê bi sîstema parastina hewayî hatin bêbandorkirin.

Artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kir

Back to top button