PDK Dixweze peymana li dijî îradeya Civaka Êzidî bixe devrê

Beriya 3 salan di dema serokwezîrtiya Mistefa Kazimî de di navbera hikumeta Iraqê, PDK’ê û Tirkiyê de ‘Peymana Şengalê’ hate îmze kirin. PDK hewil dide ku demek berî demekî wê peymanê bê agahiya civaka Êzidî pêkbîne. Rêveberên saziyên Şengalê gotin peyman dijî îradeya civaka Êzidiye lewma divê teqez dest jê berdin û îrada civaka Êzidî nas bikin.

Beriya 3 salan di dema serokwezîrtiya Mistefa Kazimî de di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de ‘Peymana Şengalê’ hate îmze kirin.

Li gora madeyên peymanê tê armanc kirin ku sazî û dezgehên û hêzên parastinê bê belav kirin û şûna wê peşmergeyên PDK cardin bêne bicîh kirin.

Şengal-Civaka Êzidî li dijî peyman 9’ê Cotmehê meşiyan

Li dijî Peyman 9’ê Cotmehê dûh jî meşekî girseyî li navenda Şengalê pêkhat.

“Pilana PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirke”

Şengaliyên ku di meşê de amade bûn qala girîngiya meşê kirin.

Ji rêveberiya Meclîsa Gel ya Duhola ya Şengalê Mam Salih bal kişand ser itîfaqa di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de û diyar kir ku ev daxwaza dewleta Tirke.

Mam Salih diyar kir ku ew vê tîfaqa wan û vegerandina çeteyên DAIŞ’ê qebûl nakin.

“Em ê li dijî peymanê 24 saetan li ser piyan bin”

Ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bîşar jî got ew peymanê qebûl nakin.

Back to top button