Êzidî û Erebên Şengalê: Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin

Li dijî peymana 9’ê Cotmehê her ku diçe bertek û nerazîbunên civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê zêdetir dibin. Îro li dijî Peymanê, li navenda Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş bi beşdarbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel destpê kir û heya çerxerêya Yermûk dewam kir.

Li wir ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rêham Hesen ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de pêkanîna peymanê hate şermezar kirin û wiha hate gotin:

“Bi salane ku gelê me li dijî êriş û planan li ber xwe dide.”

‘Gelê me ji bo doza xwe bi biryar e, têkoşîn heta serkeftinê’

Ji bo gelê me carekî din rastî fermanan neyê û em jî wek her civakekî xwedî maf û azad jiyan bikin bi dehan pêşengên me li ser vê dozê canê xwe fedakirin.

Êdî dem hatiye ku gelê me li yekitiya xwe xwedî derbikeve û vegerin ser axa xwe.

Emê hemû bi hevre vê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve dewam bikin, da ku bikarin li ser axa xwe bi çanda xwe azad jiyan bikin.

PDK dixwaze li dijî Şengalê pilana 9’ê Cotmehê bixe meriyetê

Back to top button