Partiya Çepgir a Ewropayê: Demokrasî li Tirkiyê di xetereyê de ye

Partiya Çepgir a Ewropayê da zanîn ku ewê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li qadan bin.

Partiya Çepgir a Ewropayê diyar kir ku ji ber rejîma AKP’ê li Tirkiyê, demokrasî dixeteriyê de ye û ev nirxandin kir:

“Di hilbijartinên bê de, demokrasî di xetereyê de ye.

Ji ber zexta bê-rehim a hikûmetê, mirov ji duristbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê dikeve şikê.

Vê Yekşemê, ji bo lê binihêrin bê ka rêz ji bo mafên demokratîk ên bingehîn tê girtin ya na, emê li qadan bin.”

Vîllîûmsen: Hêviya min, hilbijartineke bi azadî û adilane ye

Nîkolaj Vîllîûmsen ku endamê Koordînasyona Koma Dostaniya Kurdan û Endamê Parlamentoya Ewropayê derbarê dek û dolabên desthilata Erdogan de axivî.

Nîkolaj hêviya xwe ya serkeftina muxaleftê anî-ziman û got:

Hêviya min ewe ku roja Yekşemê, ji bo hemû gelê Tirkiyê, hilbijartineke bi azadî û adilane çêbibe.”

“AKP-MHP’ê xwest vîna gelê azad bişkîne lê nebû”

Back to top button