“Divê komîtiyên hiqûqî ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Apo bikeve tevgerê”

Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo bi taybet piştî erdheja li Bursayê fikarên gel zêdetir kiriye.
Derçûyiyên Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî bi daxuyaniyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Daxuyanî li pêş Nexweşxneya Neteweyî ya Tebqayê bi beşdariya xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê yên Hesekê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtinê ji bo gelê herêmê derbarê tenduristiya wî de cihê metirsiyê ye.

Divê komîtiyên hiqûqî ji bo eşkerekirina rewşa rêber APO ya piştî erdhejê bikeve nava tevgerê û zextê li Tirkiyê bike da ku tecrîdê rake.”

Di dawiyê de bang li tevahî Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên mafên mirovan bike heya azadiya rêber APO pêk were.

Back to top button