Jinên li Minbicê ji bo avakirina aboriya ser bi xwe çalakiyan li dar dixin

Li bajarê Minbicê rêxistin û saziyên jinan bi armanca bihêzkrin û avakirina aboriyeke serbixwe çalakiya berhevkirina zeytûnan kirin.Jinên ku beşdarî çalakiyê bibûn bang li jinan kir ku ji bo avakirina aboriyeke ser bi xwe her dem di nava çalakiyan de bin.

Rêxistin û saziyên jinan ên li bajarê Minbicê bi armanca bihêzkirina aboriya jinê çalakiyek li dar xistin.

Jinan ji bo berhevkirina zeytûnan berê xwe dan zeviyên çandiniyê yên li bajêr û dest bi çalakiya xwe kirin.

Bi sitran û rihek kolektif zeytûn berhev dikin.

Ji endamên meclisa Zenobiye Asiye Ismaîl Hisên ew bi xwe jî tev li çalakiya berhevkirina zeytûna bû.

Asiye Ismaîl Hisên da zanîn ku daxwaza wan ji berhevkirina zeytûna bikarin aboriya xweser xurt bikin û berhemên xwe malî zêde bikin.

Asiye Ismaîl Hisên bang li jinan kir ku ji bo avakirina aboriyeke ser bi xwe her dem di nava xebatan de bin.

Endama mala jinê Necma El-Îbrahîm jî bi kêf û xweşî di berhevkirina zeytûnan de cihê xwe digre

Necma El-Îbrahîm diyar kir ku hemû jin ji bo yek armancê bi hevre alîkarin.

Endama mala jinê Necma El-Îbrahîm bang li jinên Minbicê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tevlî xebatên ku sudê dide kes û welat bibin.

Back to top button