Şervanên Meclis Leşkerî ya Suryanî, hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên derbasbûna gundê Um El-Kêf ê bejahiya Til Temirê têk birin.
Çeteyên dewleta Tirk di saet 12’ê nîvro de hewilda gundê Um El-Kêf yê Til Temirê dagir bike û êrîşek giran pêk anî.
Di encama bersiva Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanîya de, êrişa çeteyan têk çû û hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Piştî têkbirina hewldana dagirkirinê çete gundên Qasimiyê, Reşîdiyê û Um El-Kêf bi çekên giran bê serû ber topbaran dikin.
Topbarana li ser gundên navborî heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.