TERMÊN 171 JIN Û ZAROKÊN KURD GIHAŞTIN TÎBA EDLÎ YA LI BEXDAYÊ

Rêjîma faşîst a Iraqê bi dehan komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîne. Heta niha bi dehan gorên komî hatine dîtin û vekirin. Her dawî jî gorek komî li parêzgeha Semawe ya Iraqê ku tê de termê 171 jin û zarok hebûn hate dîtin.

https://rojnews.news/ku/rojhilata-navin/rufaten-171-jin-u-zaroken-enfalkiri-gihandin-bexda-ye-33568

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmud derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Salar Mehmûd diyar kir ku termê 171 jin û zarokan ku ji yek sê gorên komî ku li parêzgeha Semawa ya Iraqê hatin derxistin, şandine Tiba Edlî ya Bexdayê.

Salar Mehmud da zanîn ku wê di meha bê de dest bi vekirina her du gorên din ên komî were kirin.

Salar Mehmud diyar kir ku ew hewl didin ku beriya terman rêkin başûrê Kurdistanê ji wan re merasîmeke fermî li dar bixin.

Leave a Reply

Back to top button