EFRÎN- 3 SIVÎL JI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ HATIN REVANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlan li Efrînê didomîne û herî dawî 3 sivîl ji navçeya Cindirêsê revandin.

 

Çavkaniyekî xwecihî ji ajansa Hawarê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sivîlên din ji gundê Çeqela yê navçeya Cindirêsê revandin.

Kesên hatine revandin, Hisên Oso (32), Mihemed Murad (44) û Mustefa Ebbo yê 21 salî ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe derheqê sivîlên Efrînê de didomînin û ji bo berdana wan jî bi hezaran dolar û bi milyonan lîreyên Sûrî dixwazin.

Leave a Reply

Back to top button