19. SALVEGERA KOMKUJIYA KENDEKOLE HETA NIHA MEDYAYA BAŞÛR Û HIKUMETA IRAQÊ BÊDENG IN

Beriya 19 salan dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kendekolê bomebaran kir û komkujî pêk anî. Ne wê demê û ne jî niha medya Başûrê Kurdistanê qet qala vê komkujiyê nake. 

 

Di 15’ê Tebaxa sala 2000’an de artêşa Tirk çiyayê Kendekole bombebaran kir.

Wê demê 70 malbatên eşîra Herkî li wir sewalên xwe diçêrandin.

Di vê komkujiyê de 40 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku 19 sal li ser komkujiyê re derbas dibin jî hîn jî êrîşên dewleta Tirk û qetilkirina sivîlan dewam dike.

Li hemberî van komkujiyan jî rêveberiya Herêma başûrê Kurdistanê û Bexdayê bêdengiya xwe didomînin.

Leave a Reply

Back to top button