Li Cenevreyê di çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin.
Kurdistanî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de li ber avahiya NY ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
Endamê Têkîliyên Derve yê Konseya Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar têkîldarî rewşa Rêber Apo daxuyaniyek da.
Baytar anî ziman ku îro mifteya mîsogerkirina azadiya gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd bi pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo, pêkan e.
Piştî daxuyaniyê, Hevserokê CDK’ê yê Cenevreyê Mehmet Çelebî axivî û diyar kir ku em gelê Kurd ji xeynî şikandina tecrîdê ti çarenûsa me nîne.
‘Divê herkes ji xizmên xwe yên li Tirkiyê re bêje bila biçin ser sindoqan’
Çelebî îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û got: “Erk û berpirsiyariyên me hîn bi dawî ne-bûne.
Hemû gelê me yên li vir, divê beriya 14’ê Gulanê telefona xizm, malbat û dostên xwe bikin ku biçin ser sindoqan.
Malbatên Şehîdan: Emê li dijî tecrîdê her di nav têkoşînê de bin



